Trump: Helwesta Îranê ya li ser Hurmizê li dijî peymanê ye

Trump: Helwesta Îranê ya li ser  Hurmizê li dijî peymanê ye

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump, derbarê derbasbûna tankerên petrolê ya di Tengava Hurmizê re daxuyaniyên tund dan û rêveberiya Tehranê tawanbar kir.

"Li dijî peymanê ye" Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî bal kişand ser pirsgirêkên li Tengava Hurmizê û diyar kir ku Îran astengiyan derdixe. Trump got:

"Îran, di mijara destûrdana derbasbûna petrolê ya di Tengava Hurmizê re de helwesteke pir kêm, heta bi gotina hinekan helwesteke 'bêrûmet' nîşan dide. Ev yek li dijî peymana di navbera me de ye."

Hişyariya "Bac an jî Heqdest"

Serokê Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku nûçeyên derbarê girtina bacê ji tankerên ku di tengavê re derbas dibin de hene. Trump hişyarî da û got:

"Nûçe hene ku dibêjin Îran ji tankerên di Tengava Hurmizê re derbas dibin heqdestê distîne. Nexêr, ne wusa be çêtir e; lê heger distînin, bila tavilê dawî li vê yekê bînin."