PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump berya here Ankara da tevlî zîrwa NATO bibe, peyamekî ji Îranê da û di weşana zindî de got:
“Daxwaza min li hev kirina bi Îranê re ye. Eger Îran neke, em dikarin di nav yek seetekî de temamê santralên elekltrîka Îranê îmha bikin.”
Trump jî ji bo tevlî zîrwa NATO bibe, diçe Ankara. Ji bo ewlehiya zîrwa NATOyê 56 hezar û 927 xebatkar hatin wezîfedarkirin.
Balafira Trump dê xwe deyna balafirgeha Esenboğa ya Ankara. Li Ankarê ji bo mêvanên tevli civîna NATO bibin sê balafirgeh xizmetê didin: Esenboğa, Ankara û Murted. Ji ber çûndina Trump ya Ankara , li balafirgeha Esenboğayê tedbîrên asayîşê di asta herî bilind de ye.