PeyamaKurd - Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, ku wek namzedê Komarparêzan hatibû destnîşankirin, di pêşbirka namzediyê de li 3 parêzgehên din jî bi ser ket.
Pêşbirka hilbijartina seretayî ya beriya Hilbijartina Serokomariyê ya ku di meha Mijdarê de li DYAyê bê kirin dewam dike. Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, navê bijare yê Komarparêzan, bi serketina hilbijartinên seretayî yên ku roja şemiyê li parêzgehên Missouri, Michigan û Idaho hatin lidarxistin de cîhê xwe di pêşbirka namzediya nav partiyê de bêtir xurt kir.
Serokê berê yê 77 salî ku tevî gelek pirsgirêkên xwe yên yasayî, di nav bingeha opozisyonê de pir populer e. Di hemû pêşhilbijartinên ku heya niha hatine kirin de bi ser ket. Bi vî awayî Trump bi baweriyeke mezin û wek namzedê ku teqez bi ser bikeve, dikeve pêşhilbijartinên nav partiyê ku wê 5ê Adarê roja Sêşemê li 15 parêzgehan bê lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin