Trump: Nûnerên min wê bi Îranê re danûstandinan bikin

Trump: Nûnerên min wê bi Îranê re danûstandinan bikin

PeyamaKurd - Di demekê de ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku eger Îran peymanê qebûl neke dê hemû santralên elektrîkê û pirên Îranê hilweşîne, tedbîrên ewlehiyê li paytexta Pakistanê hatin zêdekirin û şandeyeke pêşeng a Amerîkayê gihîşt welêt da ku dest bi danûstandinan bike.

Roja Yekşemê, 19ê Nîsana 2026an, Donald Trump li ser hesabê xwe yê "Truth Social" ragihand ku doh li Tengava Hurmuzê gule hatine avêtin, ku ev binpêkirineke tevahî ya peymana agirbestê ye.

Trump destnîşan kir ku gule bi piranî li keştiyeke Fransî û keştiyeke barhilgir a Brîtanî hatine avêtin û ragihand ku şandeyeke ji welatê wî ber bi Îslamabadê, paytexta Pakistanê ve diçe û wê roja Duşemê êvarê li wir be da ku beşdarî danûstandinan bibe.

Di derbarê girtina Tengava Hurmuzê de, Donald Trump îdîa kir ku Tehran rojane 500 milyon dolar wenda dike, di heman demê de ku DYA tu windahiyan nabîne û gelek keştî ji bo barkirina barhilgir ber bi dewletên Amerîkayê ve diçûn.

Trump hişyariyek tund da û diyar kir ku wan peymanek pir adil pêşkêş kiriye û eger Îranî wê red bikin, Amerîka wê hemû santralên elektrîkê û pirên li hundirê Îranê hilweşîne. Wî zêde kir, "Nêzîkatiya nerm bi dawî bûye; divê makîneya kuştinê ya Îranê were rawestandin."

Di vê navberê de, Associated Press (AP), bi îdiaya rayedarên Pakistanî, ragihand ku tedbîrên ewlehiyê li Îslamabadê ji bo amadekariyên hevdîtinên di navbera Washington û Tehranê de hatine tundkirin.

Rayedaran diyar kirin ku navbeynkar hewldanên hevrêzkirinê didomînin û amadekariyên dawîn ji bo gera nû ya danûstandinan ku di rojên pêş de dest pê bike, di rê de ne.

Çavkaniyên medyaya Pakistanî jî piştrast kirin ku du balafirên ku şandeya pêşeng a Amerîkî hildigirin gihîştine Îslamabadê. Herwiha hat ragihandin ku tîmên ewlehiyê yên Amerîkî li paytexta Pakistanê hatine bicihkirin da ku ewlehiya danûstandinan misoger bikin.