Trump ragihand ku ew ê biryarnameya qedexekirina TikTokê bi paş bixe

Trump ragihand ku ew ê biryarnameya qedexekirina TikTokê bi paş bixe

PeyamaKurd – Serokê nû hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê roja duşemê fermaneke îcrayê îmze bike da ku qedexeya TikTokê bi paş ve bixe, lê ew dixwaze ku nîvê şirketa Tiktokê ya amerîkiyan be.

Trump derbarê qedexekirina TikTokê de li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê postek bi par ve kir:

“Roja duşemê, ez ê fermanekê îcrayê bidim ku dê dema ku qedexeyên qanûnê bikevin meriyetê dirêj bike da ku em ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî peymanek çêkin.”

Trump bang li pargîdaniyan kir ku nehêlin TikTok di tariyê de bimîne.

Trump got ku fermana îcrayê her weha dê piştrast bike ku şirketên pargîndayan ku piştgirî didin ku TikTokê neyê qedexekirin û dê bi qanûnî berpirsiyar nebin.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.