PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvînekê de ligel pêşkêşvanê radyoyê Hugh Hewitt, derbarê şerê bi Îranê re daxuyaniyên girîng dan. Trump destnîşan kir ku wan beşeke mezin a armancên xwe pêk anîne û pêşbînî dike ku şer di nava çend hefteyan de bi dawî bibe.
Trump diyar kir ku Amerîka di warê leşkerî de serkeftineke mezin bi dest xistiye û got: "Hevrikiya me ya bi Îranê re bi serkeftina me bi dawî dibe. Yan em ê li ser peymaneke rast li hev bikin, yan jî em ê bi hêsanî bi ser bikevin." Trump bal kişand ser windahiyên deryayî yên Îranê û îdîa kir ku ji 159 keştiyên Îranê tu kes nemane û hemû li binê deryayê ne. Her wiha wî eşkere kir ku îro jî wan 8 belemên biçûk û bilez ên Îranê îmha kirine.
Derbarê dema bidawîbûna şer de, Trump got: "Me piraniya karên ku diviyabû em bikî temam kirine. Dibe ku 2 hefteyên din, belkî jî 2 an 3 hefte bikişîne." Trump destnîşan kir ku dem ji bo wan ne pirsgirêk e û ew ne di bin zexta demê de ne. Dema jê hat pirsîn ka agirbest hîn di meriyetê de ye an na Trump ji bersivdayînê dûr ket û bi şêwaza xwe ya taybet nîqaşên li ser hişmendiya xwe ya rêvebirinê bi bîr xist. Ev daxuyanî nîşan didin ku Amerîka amadekariya qonaxeke nû ya dawîkirina operasyonên leşkerî dike.