PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Tunusê de hatin parvekirin, heman wekî Îranê, xwepêşandanên li dijî polîsan li Tunusê jî bi pêş ketine. Hat ragihandin ku xwepêşandan li ser kuştina ciwanekî ya ji aliyê polîsan derketine.
Di nûçeyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku li Tunusê ciwanek dema ji polîsan reviyaye, hatiye birîndarkirin û piştî dermankirina mehekê can daye û li ser vê yekê jî xwepêşandan dest pê kirine.
Hat diyarkirin ku ji ber mirina Malik es-Selim, ji aliyê xelkê ve nerazîbûneke zêde hatiye nîşandan û ji ber zêdebûna tundiyê ev protesto hatine kirin.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê jî bi awayekî tund êrîşî xwepêşandêran dikin û ji bo ku belav bibin, guleyên naylonî û gaza rondikrêj bi kar tînin. Her wiha hat zanîn ku xwepêşandêr jî li hember hêzên ewlehiyê bi kevir, şûşe, Molotof û fişekên hewayî li ber xwe didin.
Li ser zêdebûna xwepêşandanan, ji aliyê Berdevkê Îdareya Muhafiz a Neteweyî Husameddin el-Cibali ve daxuyanî hat dayîn û bi rêya daxuyaniya nivîskî hat diyarkirin ku 6 kesên di xwepêşandanan de zerar dane malê giştî û milkên taybet, hatine binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin