PeyamaKurd- Rêvebirê rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî Ahmet Üzümcü ragihand ku dibe Beşer Esed temamê çekên xwe yên kîmyewî beyan nekiribe.
Üzümcü got ku pispor ji sehayên ku çekên dewleta Sûriyê lê hatine bikaranîn nûmûneya berhev dikin û ew nûmûneyên çekên bikaranîne, cûreyên wan di beyana Beşer Esed de tineye. Divê berpirsên rejîmê di vê miarê de agahiyên maqûl bidin.
Üzümcü di televizyona Amerîka ya bi navê NBC de hevpeyvînekê kir û got ku li Sûriyê bikaranîna varêlên klor û xaza sarînê ku mirov dikuje, dewam dike û axaftina xwe weha dewam kir:
“Mînakên ku ji aliyê pisporên me ve hatine komkirin, îsbat dike ku berê rejîma Sûriyê di beyana xwe de vana beyan nekiriye û di destê rejîmê de heye. Divê rejim ji aliyê teknîkî de, vê mijarê bo me şirove bike.”
Rejîma Sûriyê di sala 2013an de gotibu ku temamê stokê xwe yên çekên kîmyewî teslîm kiriye lê madem niha êrîşa bi çekên kîmyewî dewam dike, dibe ku di destê xwe maddeyên qedexekirî hiştibe û bi wan maddeyan çekên kîmyewî çêkiribe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin