PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance, derbarê agirbesta bi Îranê re peyamên tund dan û diyar kir ku Amerîka ji bo aştiyê derfetek daye Tehranê.
Vance destnîşan kir ku armanca Serok Trump a serbazî anku lawazkirina şiyana şer a artêşa Îranê, bi serkeftî pêk hatiye û niha dor hatiye dîplomasiyê. Vance hişyarî da û got: "Heke Îranî bi dilxwazî û bi niyeta baş muzakere nekin, ew ê bibînin ku Serokê Amerîkayê ne kesekî wisa ye ku henekan hilde. Ew di mijara pêşveçûnê de ne bêhnfireh e."
Vance bal kişand ser "agirbesta nazik" a ku niha di navberê de heye û ragihand ku şertê wan ê sereke vekirina tengavan û rawestandina rehîngirtina aboriya cîhanê ye.
Cîgirê Serokê Amerîkayê diyar kir ku hinek alî di nav pergala Îranê de derbarê serkeftinên serbazî yên Amerîkayê û naveroka peymanê de derewan dikin û got, lê heke Tehran naxwaze careke din bibe armanca zextên aborî, dîplomatîk û serbazî, divê li ser maseya muzakereyê bi dirustî tevbigere.
Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance di axaftina xwe ya li Macarîstanê de tekez kir ku Serok Trump ferman daye ku ji bo niha amûrên serbazî neyên bikaranîn û rê ji dîplomasiyê re were vekirin. Lê belê, Vance dubare kir ku heke Îran hîle an jî xapandinê bike, Amerîka dê hemû hêza xwe ya aborî û serbazî ya mayî li dijî wan bi kar bîne.