WCK: Di hêrisa Îsraîlê de 7 xebatkarên me can dan

WCK: Di hêrisa Îsraîlê de 7 xebatkarên me can dan

PeyamaKurd - Rêxistina civakî ya sivîl Metbaxa Navendî ya Cîhanê (WCK) ku li Xezzeyê çalakiyên alîkariya mirovî dimeşîne ragihand ku di hêrişeke Îsraîlê de 7 personelên wê jiyana xwe ji dest dane.

Serok û damezirînerê WCKê José Andrés, da zanîn ku di hêrişa frokeyên artêşa Îsraîlê de xebatkarên wan canê xwe ji dest dane.

CEOyê WCKê Erin Gore jî di daxuyaniyekê de got: "Ez gelekî xemgîn û dilgiran im ku xebatkarên Metbaxa Navendî ya Cîhanê ku xizmetkarên tevahiya cîhanê bûn îro di hêrîşeke armanckirî ya artêşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan."

Hate ragihandin ku 7 xebatkarên vê rêxistina alîkariya mirovî ya Amerîkî yên ku can dane welatiyên Awustralya, Polland, Brîtanya, Filistîn û cotewelatiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Kanadayê ne.

Di derbarê bûyerê de artêşa Îsraîlê jî daxuyaniyek da û ragihand ku artêşê di derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh daye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin