Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li Somalîlandê ye

Dîroka Weşanê :
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li Somalîlandê ye

PeyamaKurd – Piştî ku Îsraîlê meha borî serxwebûna Somalîlandê bi fermî naskir, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar yekem serdana fermî ya di asta bilind de bo vî welatî pêk anî. Îsraîl di cîhanê de welatê yekem e ku serxwebûna yekalî ya Somalîlandê bi fermî qebûl dike.

Ev gava Tel Avîvê wekî hewldanek ji bo xurtkirina bandora wê ya li herêma "Qiloçê Afrîkayê" (Horn of Africa) tê dîtin. Tê payîn ku ev serdan hevsengiyên li peravên Afrîkayê biguherîne, lê di heman demê de bû sedema nerazîbûna Somalyayê û hin welatên erebî. Somalîland ji sala 1991an ve serbixwe ye, lê heta niha ji xeynî Îsraîlê tu welatî ew bi fermî nenasibû.