PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Dîasporayê yê Îsraîlê Amîchaî Çîklî diyar kir ku ew nikarin leşkerên Tirk li Xezzeyê qebûl bikin û îdia kir ku divê Tirkiye wekî "dewletek dijmin" were hesibandin.
Çîklî di bernameyeke televîzyonê de derbarê têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê de daxuyaniyên balkêş da.
Çîklî bi tundî rexne li siyaseta heyî ya Tirkiyeyê girt û got ku divê Enqere wekî "dewletek dijmin" were hesibandin.
Wezîr Çîklî bi îdiaya ku divê têkiliyên dîplomatîk û bazirganî yên di navbera her du welatan de werin bidawîkirin, got, "Ez difikirim ku divê em têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re qut bikin. Tirkiye dewletek dijmin e."
Wezîr diyar kir ku meseleya Xezzeyê ji bo Îsraîlê "xeta sor" e û wiha got:
"Em bang li Tirkên li Sûriyeyê dikin: Ji Sûriyeyê, bi taybetî ji başûrê Sûriyeyê û Xezzeyê dûr bisekinin. Heta nefikirin ku bikevin Xezzeyê. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Em nikarin hebûna leşkerên Tirk li Xezzeyê bi tu awayî qebûl bikin. Ev dê bibe karesatek û gefek mezin ji bo Îsraîlê."