Wezîrê xezînê yê DYAyê got ku wê tarîfa gumrikê di vê heftê de destpêbike

Wezîrê xezînê yê DYAyê got ku wê tarîfa gumrikê di vê heftê de destpêbike

PeyamaKurd – Wezîrê Xezînê yê dewleta Yekgirtî yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku wê bacên gumrikê yên kureyî yên %15 e ku ji aliyê serok Trump de hatibû ragihandin, dê di nav vê heftê de dest bicîhanîna wan bike. Bessent, li ser mijaran di televizyona CNBC de raveyên xwe kir.

Bessent, got ku wê tarîfeyên gumrikê di çarçova 150 rojên qanûnî de, dê bibe bingeha amadekirina tora bazirganiyê.

Wezîr Bessend her weha got ku li Buhira Hurmizê ji bo ewlehiya sewqiyata petrolê hêzên deryayê yên Amerîkayê amade ne û li Kendavê ji bo keştiyan dest bi çêkirina sîgorta talûkê (risk) kirine û bihayê wê jî maqûl e.

Eger pêdiviya keştiyan bi ewlehiyê hebe, donanma DYAyê li Buhira Hurmizê amadeye ku destekê bide keştiyên neqliya petrolê û keştiyên kargoyê.