Zîndanî ser kirin û 16 kes mirin

Zîndanî ser kirin û 16 kes mirin

PeyamaKurd- Li welatê Meksîkayê zîndaniyên zîndana bi navê Cieneguillasê ya li eyaleta Zacatecasê bi sîlih, kêr û alavên sert lihev xistin û di encamê de ji hev 16 kesan kuştin. Hat ragirhandin ku ji hêzên ewlekariyê kes nehatiye kuştin.

Piştî 3 sietan di zîndanê de her tişt hatiye kontrolkirin û ji bilî kuştiyan 5 kes jî birîndar hene. Berpirsê ewlekariya zîndanê Îsmael Camberos Hernandez ragihand ku berya bûyerê di kontrolan de, ti sîlih bi destnexistine. Di kontrola piştî bûyerê de 4 sîlih, 9 telefonên berîkê, 17 heb kêr û maddeyên hişber bidest xistine. Temamê kuştiyan ne bi sîlih lê bi alavên din jî hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin