Li Hama yê êrişa çekdarî hat kirin: 7 kes mirin

Li Hama yê êrişa çekdarî hat kirin: 7 kes mirin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Hama ya Sûriyeyê, di encama êrişeke çekdarî ya li ser mînîbusekê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê, li nêzî Pira Misiyafê gule li mînîbusekê hatin reşandin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê tîmên parastina sivîl bi lezgînî sewqî herêmê hatine kirin.