PeyamaKurd – Parlamenterê Mêrdînê Tuma Çelîk ku bi tohmeta tacîza jinekê tê darizandin û piştî ji HDPê hatibû îxrackirin bi awayekî serbixwe parlamenterî dikir, parêzbendiya wî ya parlamenteriyê hat betalkirin.
Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Parlamentoya Tirkiyê, biryar da ku parêzbendiya Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Tûma Çelîk were rakirin.
Beriya niha bi hinceta “Êrîşa bi wesf a zayendî” û “gefê” fezleke ji bo wî hatibû amadekirin ku dema biryara dadgehê li parlamenê bê xwendin, parêzbendiya wî radibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin