PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price li ser tehliyeyên balafirgeha Kabîlê ya Afxanistanê axifî. Price di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku heya niha 7 hezar kes ji Afxanistanê hatine tehliyekirin.
Ned Price got ku niha 6 hezar kes li balafirxanê ne û di wexteka kurt de dê karibin li balafirgehan siwar bibin. Bo lez bidin xebatê, xebatkaran şandine Afxanistanê û hinek xebatkarên konsulxaneyê bo vîzeya transît şandine Qatar û Kuweytê.
Price li ser pirsa wan kesên ku nikarin xwe bighînin balafirgehê got ku xebatkarên wan tinene da derbasî derveyê balafirgehê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin