Xwest birayê xwe ji kanala avê rizgar bike lê ew jî bi birayê xwe re fetisî

Xwest birayê xwe ji kanala avê rizgar bike lê ew jî bi birayê xwe re fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Bozhewayê kesê bi navê Mustafa Polat (27) ket ava kanalê ya avdanê û ji bo wî ji kanalê rizgar bike birayê wî yê bi navê Ahmet Polat ê 30 salî ketin ber pêla avê û bi avê de çûn. Bûyer piştî nîvro li gundê Uçdirekê çêbû. Hat ragihandin ku bi salaye pirsgirêkên derûnî yên Mustafa Polat hebûne û xwe avêtiye nav kanala avê. Piştî birayê xwe di nava avê de dîtiye ku li ber fetisandinêye, birayê wî Ahmet Polat xwe li pey avêtiye nava avê.

Ji ber her dû bira ji ber bînahiya çav wenda bûne, xeberê dane cendirme, îtfaiye û tîmên tenduristiyê. Tîmên noqavê di kanalê de li her dû birayan geriyane û cesedên her dû birayan dîtine.

Cenazê her dû birayan birine morga nexweşxanê da otopsiya wan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin