Trump ji bo Îranê ferman da: Lêdin! Tune bikin!

Trump ji bo Îranê ferman da: Lêdin! Tune bikin!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku heger hêzên Îranê hêzên wan ên deryavanê li kendavê tacîz bikin wî fermana lêdana wan daye.

Hefteya borî hêzên deryavaniya Îranê li Deryaya Umanê nêzîkî hêzên Amerîkî bûbûn ku hindik mabû li hev bikevin. Îranê vîdyoya wê bûyerê belav kiribû û Wezîrê Berevaniya Îranê Amir Xatemî hebûna hêzên Amerîkî li Kendava Basrayê wekî neyasayî binav kiribû.

Trump îro 22yê Nîsanê li ser wê bûyerê ragihand ku wî fermana lêdana hêzên Îranî daye heger xwe nêzî hêzên wan bikin.

Trump li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Min ferman da hêzên deryavaniya Amerîkayê ku li her keştiyeke Îranê ya keştiyên me tacîz bike bixin. Wan tune bikin!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin