PeyamaKurd – Di wexta seredana serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Cezayîrê bajarê Oranê de, xwest silavê bide xelkê lê xelk wî bi slogana ‘Bijî Cezayîr’ pêşwazî kir û yekî pîremêr ji Macron re got ‘ji vê derê bicehime, bijî Cezayîr’.
Li gor çapemeniya Fransayê; Macron li Ceyazîrê li bajarê Oranê yê peravê deryayê, ji bo xwe nêzî gênca bike dukkana muzîkê ya bi navê Disco Maxrebê zirayet kir û tevlî pîrozbahiyê bû. Macron di dema ji dukkanê derket, hinek kes wî protesto kirin. Lê Macron dixwest silavê bide wan û bikeve nava xelkê. Parastvanên Macron wî li erebê siwar kirin û ji xelkê dûr ketin.
Cezayîr koloniya berê ya Fransaye û di dîrokê de di navbera Fransa û Cezayîrê de mijarên gelek nexweş çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin