Parlamena Ukraynayê ji bo qedexekirina muzîk û pirtûkên rûsî deng da!

Parlamena Ukraynayê ji bo qedexekirina muzîk û pirtûkên rûsî deng da!

PeyamaKurd – Parlamentoya Ukraynayê, di meha 5emîn a êrîşên Rûsyayê de kete tevgerê û amadekariya derxistina projeyasayekê dike. Parlamenê ji bo qedexekirin û astengkirina hin muzîk û pirtûkên rûsî di medyayê û raya giştî de, deng da.

Li gorî projeyasaya ku hatiye amadekirin, qedexeyên cidî li ser hinek û muzîk û pirtûkên rûsî têne xwestin. Di dengdanê de, piraniya parlamenteran projeyasa pejirand.

Li gorî vê projeyasayê heta ku welatiyên rûsî pasaporta rûsî betal nekin û hemwelatîbûna Ukraynayê nestînin, wê destûr neyê dayîn pirtûkan çap bikin. Wê yasa tenê ji bo kesên piştî hilweşîna Sovyetê derbasî welatîbûna rûsî bûne derbas bibe.

Herwiha dîsa li gorî wê projeyasayê wê îcrakirina muzîkê li welatiyên rûsî yên piştî 1991ê hemwelatîbûn standine, li medya û cihên cemawerî were qedexekirin.

Wezîrê Çandê yê Ukraynayê Oleksandr Tkachenko, diyar kir ku ew van astengî û qedexeyan bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin