PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku artêşa Tirkîyê ligel çekdarên girêdayî wê, îro danê sibehê êrîşeke berfireh li ser gundê Dibis ê bajaroka Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê kirine û şer du saetan dom kiriye.
Navenda Ragihandinê ya HSDê derbarê wê êrîşa ser gundewarên Eyn Îsayê de da xuyakirin, “Vê sibê saet derdora 4an, artêşa Tirk û çekdarên wan bi tankan êrîşî gundê Dibis kirin. Şervanên me di cih de bersiv dan êrîşkaran û di encamê de bi qasî 2 saetan şer dewam kir.”
HSDê îdia kir ku di encama wî şerî de bi dehan çekdar hatine kuştin û erebeyên wan ên leşkerî hatine teqandin, lê hejmar eşkere nekirin.
Navenda ragihandina HSDê herwiha daye xuyakirin ku di wê êrîşê de sivîlekî bi navê Mecîd El Awad ê 35 salî jî hatiye kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin