Îsraîl: Em ê çekan nedin Ukraynayê

Îsraîl: Em ê çekan nedin Ukraynayê

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Ganz, li ser daxwaza çekan a Ukraynayê axivî. Ganz da zanîn ku ew ê li gorî daxwaza Ukraynayê çekan neşînin bes dê ji bo parastina sivîlan pergala hişyarkirinê bişînin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ofîsa çapemeniya hikûmeta Îsraîlê, Wezîrê Berevaniyê Benny Gantz, ligel balyozên giştî yên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) civiyaye û di derbarê dabînkirina çekan a ji bo Ukraynayê de axiviye.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Gantz li ser daxwaza çekan a ji Îsraîlê gotiye ku

“Polîtîkaya me ya li hember Ukraynayê neguheriye. Em ligel Rojava ne lê belê em ê ji bo Ukraynayê çekan dabîn nekin. Me di derbarê pêdiviyên Ukraynayiyan de agahî xwestin û me pêşniyaz kir ku em ji bo rizgarkirina jiyanê, pergala hişyarkirinê bişînin.”

Hat zanîn ku Wezîrê Berevaniyê, hûrgiliyên sedema vê biryara welatê xwe ranegihandiye bes daye zanîn ku ji ber nirxandinên operasyonel, ew ê wekî demên berê di çarçoveya kêmkirinê de piştgiriya wan a ji bo Kievê berdewam be.

Hat zanîn ku Benny Gantz li ser dabînkirina Îranê ya balafirên bêmirov ên kamikaze jî nirxandinek kiriye û gotiye,

“Em daxilbûna Îranê ya nav şerê Ukraynayê dişopînin. Em dibînin ku Îran balafirên bêçek û bêmirov dabîn dike û dê di demên pêş de jî pergalên çekên pêşketî dabîn bike. Îranî, di derbarê firotina van cebilxaneyên xwe de bi awayekî pergalkirî derewan dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin