PeyamaKurd – Sernivîserê Saziya Mafên Mirova ya Mukriyan Mesûd Kurdpûr, di girtîgeha îtlaatê ya Urmiyê de dest bi gireva birçîbûnê kir.
Zanyarî destnîşan dikin, di telefonê de ji xizmên xwe re gotiye: “Ev hefteyek e di greva birçîbûnê de ye.”
Hefreya borî hêzên îtlaatê soz dabûn ku wê rojnamevanan bibin dadgehê û veguhezînin girtîgeha giştî, lê dema girtina wî di girtîgeha îtlaatê de hatiye dirêjkirin.
Mesûd Kurdpûr 43 roj berî niha 20.09.2022an de li mala xwe ya li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îtlaatê ve hat girtin û bo Îdareya Îtilaata Urmiyê hat veguhestin û nêzîkî mehekê rê neda ku pêwendiyê bi kesûkarên xwe re bike.
Herwiha Mesûd Kurdpûr heta niha çend caran ji ber karên xwe yên rojnamevanî û mafên mirova hatiye girtin. Ajansa Nûçeyan a Mukriyan li Rojhilatê Kurdistanê ye û li ser rewşa mafên mirovan nûçe û raportan diweşîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin