PeyamaKurd - Îro her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin.
Medyaya fermî ya YNKê belav kir, îro her du polîtburoyên YNK û PDKê li Hewlêrê ji bo guftûgokirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin.
Pêştir, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl ragihandibû, her partî li Hewlêr bi armanca guftûgokirina pêkanîna hikûmeta nû, danîna Parêzgarê Kerkûkê û postê Wezîrê Dadê ya Hikûmeta Bexdayê dicivin.
Ev civîn piştî serdana şandeke bilind a YNKê bo Bexdayê tê, YNKê daxwaz posta Wezerata Dadê ji hikûmeta Adil Ebdilmehdî dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin