Saxwan Ebdullah: Tu kes yan aliyek nikare rêgiriyê li ahengên Newrozê bike

Saxwan Ebdullah: Tu kes yan aliyek nikare rêgiriyê li ahengên Newrozê bike

PeyamaKurd Cîgirê Parlamentoya Iraqê Şaxwan Ebdullah diyar kir, wê ahengên Newrozê li Kerkûkê û tevahiya bajarên din ên Iraqê bi azadî werin kirin.

Şaxwan Ebdullah eşkere kir, ligel aliyên pêwendîdar axiviye û tu kes yan aliyek nikare rêgiriyê li ahengên Newrozê û tu boneyeke din a netewî yan olî bike.

Herwiha Şaxwan Ebdullah destnîşan kir, ahengên Newrozê li Kerkûk û bajarên din ên Iraqê wê bi azadî werin kirin û erkê sazî û dezgehên ewlehiyê ye ku ahengan biparêzin.

Herî dawî diyar kir, bi rûxandina rêjîma diktator a berê re, rêgirtin li boneyên netewî û olî bi dawî bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî gotibû, Kurdên Kerkûkê tenê 3 saetan dikarin cejna Newrozê pîroz bikin. Piştî vê biryarê, gelek parlamenter û berpirsên Kurd, bi taybet parlamenterê Kurd û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji bo betalkirina wê biryarê ket hereketê û Rakan Cibûrî neçar ma wê biryara xwe betal bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin