AFP: % 60 ê dinyayê di karantînayê de ye

AFP: % 60 ê dinyayê di karantînayê de ye

PeyamaKurd- Li seranserê dinyayê %60 ê nûfûsa dinyayê di karantînayê de ye an xwe xistine karantînayê ku dike 4.5 mîlyar însan. Lê Awrûpa xwe amade dike da tedbîran sist bike. Tevî ku jimara miriyan li Îtalyayê gelek zêde ye, dixwaze piştî 4 ê gulanê tedbîrên xwe sist bike. Rêjeya jêrê ji aliyê AFP ya Fransayê de hat ragihandin.

Li gor rêjeya ajansa Fransayê; di 18 ê adarê de 500 mîlyon kes di karantînayê de bûn. Di 23 ê adarê de jimar bû yek milyar, di 24 ê adarê de jimar giha 2 mîlyarî, di 7 ê nîsanê de jimar ji 4 mîlyarî derbas bû.

Rêjeyên AFP ê nîşan dide ku li 110 welatan ji 4.5 mîlyar zêdetir kes di karantînayê de ye. Ji vê jimarê 2 mîlyar û 93 mîlyon li 66 welatan, bi sitendina tedbîran mecbûrin ku li malên xwe bimînin. Niha li ser ruyê dinyayê ti dever an welat nîne ku di bin karantînayê de nîn be. Li Awrûpayê Îngîltere, Fransa, Îtalya, Îspanya û piraniya Rûsyayê, li Asyayê Nepal, Hindistan, Sri Lanka, Özbekistan, Endonezya û nîvê Fîlîpînê zêdetir di bin karantînayê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin