PeyamaKurd - Artêşa Yemenê ragihand ku di encama şerê li 5 parêzgehan de, bêhtirî 37 çekdarên Hûsîyên bi ser Îranê ve hatine kuştin.
Artêşa Yemenê da xuyakirin, li eniyên şer ên li Me’rib, El-Dali’, Te’iz, Huce û El-Hudeyde, wan êrîşên Hûsiyan şikandin û zêdetirî 37 çekdarên wan hatin kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 2 roj berê Erebistana Siûdî destpêşxeriyeke ragihandina agirbestê ji bo çareseriyeke giştî ji aloziya Yemenê re ragihandibû û gelek welatên herêmî û navdewletî, piştgiriya wê kiribûn, lê Hûsîyan agirbest û destpêşxeriya Siûdî red kiribû.
Li gorî destpêşxeriya Siûdî banga rawestandina bi temamî ya şer li seranserî Yemenê di bin çavdêriya NY de tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin