PeyamaKurd – Sibe 27ê Îlonê ji bo salvegera jidayîkbûna pêxemberê îslamê Hz. Muhammed li hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.
Fermangeha medya û zanyariyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Bi boneya salvegera roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê (Silavên xwedayê mezin li ser be), roja 27.09.2023yê ku dibe 12yê Rebîûlevel, li hemû saziyên Herêma Kurdistanê dibe bêhnvedana fermî ye û di heman demê de pêwîste wezaret ligel wezareta darayî û aborî pabendî lîsteya dabeşkirina mûçe bin.”
Li gorî vê biryarê, sibe li hemû saziyên Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye û 28ê Îlonê jî ji nû ve dest bi kar tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin