Navenda Lalis: Heta hemû girtiyên me venegerin cejnêd me timam nabin

Navenda Lalis: Heta hemû girtiyên me venegerin cejnêd me timam nabin

PeyamaKurd – Kurdên êzîdî dibêjin, heta tevahiya girtî û revandiyên me venegerin nav malbatên xwe, cejnên me timam nabin û em jî kêfxweş nabin.

Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Laliş li Duhokê, li ser cejn û pîrozbahiyên helkeftên kurdên êzîdî peyamek belav kiriye û ragihandiye, heta tevahiya girtî û revandiyên êzîdî, yên ku di destê terorîstên DAIŞê de mane, venegerin malên xwe, cejnêd êzîdiyan timam nabin û êzîdî jî kêfxweş nabin.

‘DIVÊ ÇARENIVÎSA WAN ÊZÎDIYÊN KU WENDA NE WERE EŞKEREKIRIN’

Di peyama navenda Laliş de hatiye gotin, divê çarenivîsa wan êzîdiyên ku wenda ne were eşkerekirin. Ji ber ku heta noke du hezar û 930 kes wenda ne ku hezar û 330 jê jin û yên din jî zilam in.

Navenda Laliş daxwaz ji aliyên pêwendîdar kiriye hewla dîtin û berdana wan revandiyan bidin û ewên ku destê wan di kuştin, revandin û firotina êzîdiyan de hebûne jî bên dadgehîkirin û cezakirin.

‘HETA HEMÛ GIRTIYÊN ÊZIDÎ VENEGERIN, CEJNÊD ME TIMAM NABIN’

Di dawiya peyama navenda Laliş de hatiye gotin: “Niha rê û resmên cejna Çilê Havînê dest pê kirine. Em germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan arasteyî êzîdiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin. Em hêvîdar in cejn bibe sebeba xêr û xoşî û aşitiyê bo hemiyan. Em dîsa dibêijn heta hemû girtiyên êzîdî venegerin, cejnêd me timam nabin.”

Hêjayî gotinê ye ku duhî 31ê Tîrmehê li navçeya Şingalê û deverên derdora wê, welatiyên Kurdên Êzidî cejna Çilê Havînê ango Cejna Feqîran bi xemgînî pîroz kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin