PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku teklîfa nû ya di navbera Îsraîl û Hamasê ya di derbarê agirbesta li Xezzeyê de, ji pevguhertina girtiyan û vegerandina "bi şert" ya Filistîniyên jicîhûwarkirî yên herêmên bakur pêk tê.
Di daxuyaniya xwe de çavkaniyeke Filistînî ya nenas derbarê danûstandinên nerasterast ên di navbera Îsraîl û Hamasê de li Qahîreya paytexta Misrê agahî dan.
Çavkaniya han eşkere kir ku pêşnûmeya nû derbarê agirbestê ji sê qonaxan pêk tê û di qonaxa yekem de azadkirina 900 Filistînî, ku 100 ji wan bi zîndana demdirêj hatine mehkûmkirin, li hember dîlgirtinên Îsraîlî û vegerandina awareyên sivil li bakurê Xezzeyê cih digre.
Çavkaniyê diyar kir ku pêwîst e aware vegerin kampên ku ji aliyê rêxistinên navdewletî ve hatine avakirin, ne li deverên ku lê dimînin. Herwiha diyar kir ku eger koçber vegerin bakur, hêzên Israîlî wê çend sed metre dûr li cadeyên Selahedîn li rojhilat û cadeya Er-Reşîd li rojava bi cih bibin.
Çavkaniya han eşkere kir ku di qonaxa duyem de, li hember tevahiya girtiyên Îsraîlî, hejmareke lihevkirî ji girtiyên Filistînî werin azadkirin û di qonaxa sêyem de jî, meytên girtiyên Îsraîlî werin radestkirin.
Mehmûd Merdawî yek ji rayedarên Hamasê di nirxandina xwe ya derbarê mijarê de wiha got:
“Em peymaneke ku me nexe nava şerekî nû dixwazin. Divê ev peyman agirbesteke berfireh, vekişîna temam a leşkerên Îsraîlî ji Xezzeyê, vegerandina koçberan bo malên xwe, pêkanîna bê şert û merc xebatên avakirinê û pevguhertina girtiyan bihewîne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin