PeyamaKurd – Îro duşemê (18.03.2019) civîna serokê parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonên nav parlamentoyê ya bi armanca serok, cîgir û biryarderên lijneyên daîmî yên parlamentoyê berdewam dibe.
Endamê fraksîyona Rafîdeyn li Parlamentoya Kurdistanê Ferîd Yequb ragihand: ‘’Hemû parlementer gihiştin parlamentoya Kurdistanê, biryar e civîna serokê parlamentoyê li gel serokên fraksîyonan destpê bike. Armanc hilbijartina serok, cîgir û biryarderên lijneyên daîmî yên parlamentoyê ne.’’
Herweha diyar kir, dibe ku heta sibê 19ê adarê, babeta serok, cîgir û biryarderên lijneyan zelal bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin