PeyamaKurd - Xortekî Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê kiribû, bi salek zîndan û hinek cezayên sosret hat mehkûmkirin.
Dezgeha Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku doh dadgeha bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê xortekî kurd yê bi navê Yûnis Basire, bi sedema ku sala 2017an piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê kiriye, bi tohmeta “tehdîdkirina asayişa netewî” bi salek zîndan mehkûm kir.
Hat zanîn ku ew xortê kurd ku xelkê bajarê Dêhloran yê Îlamê ye, beriya niha jî bi çend cezayên sosret yên mîna beşdariya nimêja îniyê, şûştina kêlên goristana pasdarên Dêhloranê û belavkirina wêne û wesiyetnameyên pasdarên ku di şerê Îran û Iraqê de hatine kuştin hatibû cezakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin