PeyamaKurd – Li Tirkiyê ji ber diziya nav koşka serokatiya Tirkiyê, 7 kes hatin girtin.
Li gor çapemeniya Tirkî, 5 karmendên koşka serokatiya Tirkiyê bi alîkariya du kesên din, li nav koşkê pêlîstokên zarokan ên ku Erdogan di merasîm û mîtîngan de dida zarokan dizîne.
Hat zanîn, ew tohmetbar niha hatine girtin û derheqê wan de sizayê giran yê zîndanê tê xwestin û ji bo hinek ji wan, zêdetirî 26 sal cezayê girtinê tê xwestin.
Hat ragihandin ku tohmetbaran 5 salan pêlîstok dizîne û bi otomobîlên fermî jî ji nav koşkê derxistine û birine derve firotine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin