Garo Paylan: Topal Osman çeteyekî talanker bû

Garo Paylan: Topal Osman çeteyekî talanker bû

PeyamaKurd- Parlementerê AKPê Canikli pesnê Topal Osmanê ku serokê çetanbû û di bi emrê Mustafa Kemal de bû, û çi jê bihata xwestin dikir. Di derbarê wî de parlementerê HDP ê Garo Paylan di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:

“Ew Topal Osmanê ku Canikli methê wî dikir, li qerexê Behra Reş Rûm û Ermeniyan dikuşt, serokê çeta bû, talanker bû û li Koçgiriyê jî Kurda kuştibû.”

Li ser vê gotina Garo Paylan, şaredarê bajarê Giresunê Aytekin Şenlikoğlu bertek nîşan da û got ku Topal Osman qehremanê doza Trikayê û bi xwe ji bajarê Giresunê ye û divê Paylan ji Giresuniyan lêborîna xwe bixwaze.

Piştî karê dewletê bi Topal Osman qediyabû, gelek Rûm, Ermenî û Kurdan kuştibû, ew jî bi destê hinek kesên nav dewletê hatibû kuştin da sirrên wî li dinyayê nemînin û kes nizanibe kî fermanê daye wî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin