PeyamaKurd – Hunermendê Kurd Beytocan ji nexweşxaneyê derket û rewşa wî ya tendirustiyê baştir bû.
Li gor agahiyên birayê Beytocan li ser hesabê xwe yê madyayê ragihand, rewşa tendirustiya Beytocan niha baş e, ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û li malê çavdêriya rewşa tendirustiya wî tê kirin, lê belê ji bo hin çareseriyan dê car caran wî bibin nexweşxaneyê.
Hunermendê bi navûdeng ê Kurd Beytullah Gunerî ku bi navê Beytocan tê naskirin û li Swêdê dijî, heyamek e bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û ji ber rewşa tendirustiya wî xerab bibû, demek berî niha ew rakiribûn nexweşxaneyeke Stockholmê û di bin çavdêriya tund a pizîşkan de bû.
Beytocan sala 1955an li Farqîna Amed a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û demek e li Swêdê dijî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin