“Ez ji pitepita jina xwe ji malê reviyam”

“Ez ji pitepita jina xwe ji malê reviyam”

PeyamaKurd- Rêvebirê asayîşa Batmanê, rektorê zankoyê û gelek kes derketibûn kontrolê bê ka xelk li dûv fermana bo koronavîrusê diçe an na. Mudirê asayîşê di dema kontrolê de ji kesekî ku ne li mala xwe ye pirsî bê çima ne li mala xwe ye?

Mudirê asayîşê Köroğlu Kıraç, leqayê bersiveka xweş hat. Zilamê li derve weha bersivand:

“Ez 3 roje ji mala xwe derneketime derve. Ez ji pitepita jina xwe ji malê reviya me.”

Li ser vê bersivê herkes bişirî û bo xelkê ku li derve bûn maske belav kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin