Lûtkeya Bexdayê dest pê kir: Kîjan welat besdar bûn?

Lûtkeya Bexdayê dest pê kir: Kîjan welat besdar bûn?

PeyamaKurd – Lûtkeya Serokên Parlementoyê yên Cîranên Îraqê, bi navê “Îraq, Seqamgerî û Geşedan”  li Bexdayê dest pê kir.

Li paytexta Îraqê Bexdayê îro (20.04.2019) Lûtkeya Serokên Parlementoyê yên Cîranê Îraqê bi navê “Îraq, Seqamgerî û Geşedan” tê lidarxistin. Axaftina destpêkê ya lûtleyê dê Serokê Meclisa Îraqê Muhammed Helbûsî bike.

Di lûtkeyê de dê li ser mijarên ewlekarî, aborî, geşedn û seqamgeriyê bihên axaftin. Serokên Parlementoyê yên Tirkiye, Sûriye, Urdin, Kiwêt û Erebistana Siûdî beşdarî civînê dibin.

Serokê Parlementoya Îranê Ali Laricanî beşdarî civînê nabe lê li şûna Laricanî dê cîgirê wî amade be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin