PeyamaKurd – Wezîrê Kurd yê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyn piştî konferansa Hevkarî û Ortaxiyê ya Bexdayê ragihand ku konferans biserketiye û welatên di navbera wan de pirsgirêk hebûn aniye cem hev. Huseyn konferansê bi dîrokî rave kir û got:
“Piştî sala 2003 ê heya niha temamê hevdîtinan li derveyê welat pêkhatin. Berya sala 2003 ê jî zîrweyeka weha nehat kirin. Lewra dikarim vê zîrweyê weka zîrweyekî dîrokî binav bikim.
Bexda piştî 1980 yan û heya niha cara yekeme temamê welatên cîran û welatên cuda anî cem hev. Berê di nav hinek welatan de pirsgirêk hebûn. Dibû ew welat nehatina cem hev lê Bexda wan welatan anî cem hev.”
Huseyn ragihand ku di wexteka nêzde konferans bi taybetî bo rewşa Iraqê û bi giştî li ser rewşa herêmê wê bandorekî erênî bike. Di civînê de li ser mijarên girîng yên ewlehiyê û siyasî hat axaftin û di navbera welatên ku tevlî zîrweyê bûn, behsa têkiliyên siyasî, aborî û bazirganî hat kirin. Huseyn got ku bi xebata navberiya Iraqê, ev welatan hatin vê astê û weha dewam kir:
“Iraq, ji bo konferans serkeftî derbas bibe rolekî dîplomatîk girt ser xwe. Iraq tekane dewlete ku bi temamê welatên cîran re xwediyê têkiliyên baş e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin