Meletî ditirse ku erdhejekî bi pileya 6.5 an 7.2 biqewime

Meletî ditirse ku erdhejekî bi pileya 6.5 an 7.2 biqewime

PeyamaKurd – Serokê Ode ya endazyarên Jeolojiyê yê bajarê Meletiyê (Malatya) Erkan Özgür, ji ber di nav 2 salan de li Meletiyê û navçeyên wê li dora 3 hezar carî erdhejên biçûk û mezin çêbûne, hişyariyê da. Özgür got ku erdhejên çêbûne, zorê dane xeta esasî ya erdhejê û wê faya xetê rojekî bişkê û weha got:

“Ji sala 2020an û heya niha li dora 3 hezar carî erdhej çêbûne. Wê xeta fayê rojekî bişkê û ne diyare îro an sibêye. Erdhejekî mezin li pêşiya me heye. Li Meletiyê erdhejekî li dora bi pileya 6.5 an 7.2 dibe ku bibe.”

Heya niha li bajarê Meletiyê, li navçên wê yên Pütürge, Doğanyol, Battalgazî, Doğanşehr û Arguvanê erdhejên pileyên wan di navbera 3.0 û 4.1 de çêbûne.

Erkan Özgür, behsa erdheja di 2020an de ya serê salê ku li navça Sivrice ya Xarpêtê çêbû û pileya wê 6.8 bû bibîr xist û got ku Meletî ji erdhejekî wisa re amade nîne. Özgür, mijara nûhkirina bajêr da pêş û got ku divê mijara nûhkirina bajarê Meletiyê pêk were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin