PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Hênê (Hani) kesekî an hinek kes diçin ber derê yekî û bangî wî dikin da derê derve. Li derve bi demançê li singa wî dixin û direvin.
Kesên ku nasnama wan diyar nîne, li taxa Çarşiyê diçin ber derê B.Y. (72) û lê dixin. Paşî tîmên lezgîn û polîs tên agahdarkirina û diçin ciyê bûyerê. Birîndarê bi navê B.Y., dibin nexweşxana dewletê ya Hênê û ji wê derê dibin nexweşxana zankoya Dîcle ya Diyarbekirê.
Polîs lêpirsîna xwe ya li ser bûyerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin