Tirkiye bersivek tund da Macron

Tirkiye bersivek tund da Macron

PeyamaKurd - Tirkîyê di derbarê daxuyaniya Serokê Fransî Emmanuel Macron a ku tê de digot Tirkiye li Lîbyayê lîstikek metirsîdar dilîze de, do bi awayekî tund bersiv da.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkîyê Hamî Aksoy got, Macron gêj bûye ku dijberiya desteka Enqerê ya bi piştgiriya NY, ji Hikûmeta Trablusê re tê kirin dike.

"Mirov gotina Macron a li ser piştevanîya me ji Hikûmeta Rewa ya Lîbyayê re ku bi biryarên NY pêk tê, wek ‘lîstikeke xeternak’ dibîne, tenê dikare bi kêmbûna hiş û aqil şîrove bike.”

Aksoy herwiha got ku sedema pirsgirêkên heyî yên li Lîbyayê, êrîşên Xelîfa Heftar e ji ber ku wî pêşnîyara agirbestê li Moskowê û Berlînê red kiribû.

Tevlêbûna Tirkîyê ya li Lîbyayê, têkîlîyên Enqerê û Parîsê xirab kirine. Ji ber ku Tirkîye dibêje Fransa piştgirî dide Heftar, lê Parîs vê yekê înkar dike.

Parîs bi piştgirîya sîyasî ya ji Heftar a polîtîk tê tawanbar kirin, ku berê jî ji bo şerê li dijî mîlîtanên Îslamî, harîkarîya leşkerî dabû wî. Fransa piştgirîya Haftarî red dike. Bi berdevamî Tirkîyê rexne dike û di gel hevalbendên xwe jî dengê xwe nake.

Hikûmeta Lihevhatina Neteweyî ya Lîbyayê (GNA), bi piştgirîya leşkerî ya Tirkyê, abluqaya hêzên Heftar yên 14 mehan ya ser paytext Trablusê şikandibû.

Heftar, ji alîyê Rûsya, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misrê tê destek kirin, lê Enqere piştgirîya GNA dike.

Macron Duşemê Tirkîye tawanbar kiribû ku ew li Lîbyayê lîstikeke metirsîdar dilîze.

Macron desteka xwe ji Serokê Misirê Abdulfetah Sîsî re dîyar kiribû ku roja Şemîyê gotibû, mafê wan heye ku tevlî şerê li nav axa cîrana xwe bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin