PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Veguhestin û Gihandinê yê Parlementoya Kurdistanê Hawrê Mela Sitar got, ew dixwazin yariya elektrînok ya bi navê “PUBG” li Kurdistanê qedexe bikin.
Beriya niha parlementoya Iraqê jî qanûnek ji bo qedexekirina yariya PUBG derxistibû û PUBG bi taybet di nav hêzên artêşê de qedexe kiribû.
Parlamentoya Iraqê bi sedema ku serbaz û personelên artêşê gelekî wê yariyê dilîzin û erkên xwe bicih nayînin û herwiha di nav civakê de jî wê yariyê gelek ziyan li malbatan û karên hikûmetê daye hatibû qedexekirin.
Li Kurdistanê jî yariya PUBG gelekî tê lîstin û heta niha bi rengên cur bi cur li hember belavbûna wê yariyê ziyan û zirarên wê nerazîbûn têne nîşandan, lê hîn ti çareyek nehatiye dîtin.
Li gorî nûçeya BasNewsê Hawrê Mela Sitar da xuyakirin ku ew dixwazin ew yarî li Kurdistanê jî were qedexekirin û niha mijûlî amadekirina pêşniyarqanûnekê ne daku bixin rojeva parlementoyê û hewl bidin bi rêya parlementoyê bidin qedexekirin.
PUBG (PlayerUnknown's Battle Grounds) lîstikeke ser înternetê ya şer e ku sala 2017an hatiye çêkirin û gelek kes bi komî dikarin li deverên cuda bi hev re bilîzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin