Karwaneke din a alîkariyên serbazî digîhe destê Pêsmerge

Karwaneke din a alîkariyên serbazî digîhe destê Pêsmerge

PeyamaKurd Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da zanîn; heta niha 55 hezar Pêşmerge rahênana serbazî kirine û hêza Pêşmerge hêzeke bibandor e û ragihand: “Piştî çend rojan karwaneke din a alîkariya serbazî dê bigîhe destê hêzên Pêşmerge.”

Li gor Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir; ji sala 2014an heta niha, Hevpeymaniya Navdewletî bi qasî 5 milyar dolar alîkariya hêzên Pêşmerge û û hêzên Iraqî kiriye, ku ji alîkariyên serbazî, çek û rahênana serbazî pêk tê.

Wayne Marotto destnîşan kiriye, di vê çarçoveyê de rahênana 55 hezar Pêşmerge û 185 hezar serbazên Iraqê kirine.

Herwiha Marotto nûçeyeke Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê belav kiriye  û daye zanîn, piştî çend rojan qonaxeke din a alîkariyan ku ji sedan wesayîtên serbazî pêk tê, digîhin destê Pêşmerge û hêzên Iraqê. <

>
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin