PeyamaKurd – Jina kurd Fatme Dawend ku payîza sala borî ji ber xwepêşandanên li bajarê Bokanê hatibû girtin û li girtîgeha navendî ya Urmiyê dimîne, greva birçîbûnê da destpêkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye ku Fatme Dawend yek ji girtiyên xwepêşandanên payîza sala borî ye û îro 12ê Mijdarê wek nerazîbûn li hember biryara berpirsên girtîgehê û wek dijatiya kelepçeya elektronî ketiye greva birçîbûnê.
Herwiha hatiya diyarkirin ku piştî Fatme Dawend ketiye grevê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji girtîgeha Urmiyê ji bo cihekî din hatiye veguhestin.
Jina Kurd Fatme Dawend 42 salî ye û dayîka 3 zarokan e. Ji roja 16.11.2019an di xwepêşandanê de birîndar bûbû, û ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatibû girtin.
Piştî demekê mayîna li girtîgeha Îtlaata Urmiyê bo girtîgeha jinan a navendî ya Urmiyê hatibû veguhestin.
Dadgeha tewanên bajarê Bokanê Fatme Dawend bi tometa tevlîhevkirina asayîşa civakî 5 meh cezayê girtîgehê û lêdana 30 qamçiyan li ser sepandibû.
Lê belê îsal biharê careke din ji aliyê dadgeha şoreşê ya Mehabadê ya bi serokatiya dadwer Cewad Gulamî ve hate dadgehkirin û bi tometa hewldana dijî asayîşa welat 5 sal cezayê girtîgehê jê re hat dayîn û cazayê wê ji bo 3 sal û 9 mehan hat kêmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin