PeyamaKurd – Bertekên li hemberê teqandina xeta petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê PKK ê de dewam dikin. Bertekekî ji Tevgera Goran hat. Endamê Tevgera Goranê ya Konseya Netewî Ebdulqadir Şasiwar êrîşa PKK ê weka xetayekî mezin û zerarekî mezin daye rizqê xelkê Kurdistanê nirxand. Şasiwar bo BasNewsê weha ragihandiye:
“Tevgerekî zerarê da xeta petrolê. Divê ev êrîş ji aliyê herkesî de bê şermezarkirin û kes qebûl neke. Ev tevger bi endîşeye. Eger pirsgirêkekî hebe ni bi teqînê lê divê bi diyalogê bê çarserkirin.
Endamê konseya Netewî ya Tevgera Goran Şêx Kamil Sadiq jî ragihand ku divê kesên xeta petrolê teqandine divê ji aliyê hêzên asayîşê de bên girtin û wan derxin dadgehê û weha got:
“Ev birîna rizqê xelkê Kurdistanê ye. Nayê qebûlkirin. Hukumet û dezgeyên din yên Kurdistanê nabe çavên xwe ji vê bûyerê re bigrin. Ev tehdîda li ser asayiş û aboriya Kurdistanê ye. Kîjan hêz kiribe divê derê ortê û ji aliyê dadgeriyê de cezayên wan bên dayîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin