Li Harkovê, bi sedan wargeh hatin rizgarkirin

Li Harkovê, bi sedan wargeh hatin rizgarkirin

PeyamaKurd- Ji aliyê Alîkara Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Hanna Maliar ve li ser rewşa dawî ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê agahî hatin parvekirin. Maliar ragihand ku hêzên wan, li Harkovê bi sedan wargeh rizgar kirine.

Hanna Maliar, bi rêya daxuyaniyê ragihand ku ji 6ê Îlonê û bi vir ve hêzên Ukraynayê li herêma Harkovê, qedeke 3 hezar û 800 kîlometirî rizgar kirine ango ji 300î zêdetir wargeh ji destên hêzên Rus hatine rizgarkirin.

Ji ber ku artêşa Ukraynayê çend roj in rizgarkirina bi dehan wargehan ragihandin, Wezareta Berevaniya Rusyayê jî duh bi rêya daxuyaniyekê ragihandibû ku wan li hemû eniyên şer, êrîşên xwe dorfirehtir kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin