PeyamaKurd – Qeymeqamê navça Kercewsê Server Sinanoğlu li navça Bismila bi ser Diyarbekirê, bi ereba fermî li zarokekî xist û zarok di qezayê de mir. Piştî kontrola alkolê hat dîtin ku qeymeqam alkol vexwariye û serxweşe. Bûyer li dora siet 15.00 an çêbûye û ereba pê qeza kiriye ya fermiye.
Qeymeqam, li ser rêya Bismil û Batmanê ku digihê hev qeza kiriye û kesê bi navê Muhammet Ç. ku derbasî aliyê din yê rê dibû, xist. Ji ber leza qeymeqam zêde bûye, piştî li kurik dixe, diçe li ereba pêşiya xwe dixe û hêj dikare bisekine.
Li ser agahdarkirina polîs û têmên tenduristiyê, birîndar dibin nexweşxan dewletê ya Bismilê lê birîndar li nexweşxanê can dide. Hat ragihandin ku malbata Muhammet Ç. li Diyarbekirê dimîne û ji bo di cejnê de bapîrê xwe ziyaret bike çûye Bismilê.
Li ser qezayê polîs qeymeqam Sinanoğlu bir nexweşxanê bê alkol vewariye an na. Piştî di xwîna qeymeqam de alkol derket, biryara binçavkirinê ji bo wî dan. Qeymeqam şevê li qereqolê derbas kir û îro wî birin dadgehê. Dadgeh bi sedema ‘bûye sedema kuştina kesekî’, ‘birîndariyê’, ‘ajotina erebê bi alkol û ewlehiya trafîkê xistiye talûkê’, biryara zîndanîkirina wî da û wî şand zîndanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin