Fransayê, alîkariya xwe ji bo wî welatî rawestand

Fransayê, alîkariya xwe ji bo wî welatî rawestand

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Franseyê ragihand ku wan hemû alîkariya geşepêdanê û piştgiriya budçeyê ya ji bo Burkina Fasoyê rawestand.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat ragihandin ku hemû alîkariya geşepêdanê û piştgiriya budçeyê ya ji bo Burkina Fasoyê heta daxuyaniyeke din hat rawestandin.

Li gorî daxuyaniyê, par Burkina Faso ji bo vî welatî 13 milyon euro alîkariya budceyê hatibû plankirin û serjimara alîkariyên geşepêdana Fransayê ji bo vî welatî gihîştibû 482 milyon euroyan.

Piştî destwerdana leşkerî ya li Burkina Faso û Maliyê, Nijerê bixwe ECOWAS hişyar kiribû.

Her wiha Fransayê jî di 29ê Tîrmehê de hemû alîkariya aborî ya ji bo Nîjerê ya ji aliyê artêşê ve di 26ê Tîrmehê de hatibû desteserkirin rawestandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin