PeyamaKurd – Li gorî ragihandina dawî ya rêveberiya Çînê hejmara kesên ku ji ber vîrûsa Koronayê can dane bilind bûye gihîştiye 360 kesan.
Tenê ji doh heta îro 56 kesên din li herêma Hubey a Çînê ji ber vîrûsê mirine.
Komîsyona Tendirustiyê ya herêma Hubey a Çînê da zanîn ku belavbûna vîrûsê weke xwe berdewam e û di 24 demjimêran de, 2103 kesên din bi vîrûsê ketine û heya niha 360 kesan can daye û 16 hezar û 480 kes jî bi vîrûsê ketine.
Doh jî yekem haleta mirina bi vîrûsê li derveyî Çînê, li Filipînê hatibû tomarkirin, ku kesekî Çînî yê temen 44 salî ku xelkê Wuhanê bû li Filipînê can dabû.
Wezîrê Tendirustiya Almanyayê Yens Sbahen got, Koma G7 (welatên pêşketî) dê alîkariya hev bikin ji bo ku rûbirûyî vîrûsê bibin û biryar e konferansekê li ser asta wezîrên tendirustiyê li dar bixin.
Hikûmeta Çînê gelek rêkarên bihêz ji bo rêgirîkirin li belavbûna vîrûsa Koronayê daye destpêkirin û pişkinîna tendirustiyê li ser zêdetirî 50 milyon welatiyên xwe yên li bajarê Wuhanê û herêma Hubeyê sepandiye.
Welatên cîhanê hatin û çûn û geşta welatiyên xwe bo Çînê qedexe kirine û Rêxistina Tendirsutiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber vîrûsa Koronayê rewşa awarte li cîhanê ragihandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin